Pêşaneya çînî û tezhîbê

Berhemên çînî û tezhîbê yên kursiyeran tên pêşkêşkirin

Pêşaneya çînî û tezhîbê

Li Muşê komeleya jinan û demokrasiyê pêşaneya berhemên çînî û tezhîbê vekir. Di pêşaneyê de 150 çînî û 31 berhemên hunera tezhîbê hene. Hemû berhem jî kursiyeran bi xwe çêkirin…

Komeleya Jinan û Demokerasiyê KADEM li gelek bajaran xebatên xwe yên hunerî didomîne.

KADEM him kursên hunerê vedike, him jî pêşaneyan...

Yek ji wan pêşaneyan jî li Muşê vebû.

Li Muşê KADEM’ê beriya vê bi 3 mehan kursên Çînî û Tezhîbê vekirin.

Kursiyeran berhemên yek ji yekî xweşiktir çêkirin.

Paşê jî bi wan berheman pêşaneyek vekir.

Di pêşaneyê de 150 berhemên çîniyê, 31 jî yên hunera tezhîbê hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE