Pêşaneya elektronîk

Berhemên kursiyeran li ser înternetê tên weşandin...

Pêşaneya elektronîk

Navenda Perwerdeya Gel a Bilîsê her sal piştî ku kurs diqedin, di pêşaneya salê de berhemên kursiyeran nîşan dida. Îsal ji ber şewbê ev pêşane li ser înternetê hat weşandin.

Îsal ji ber şewba vîrûsa koronayê gelek bername û pêşane, yan nehatin lidarxistin yan jî li ser înternetê hatin weşandin.

Navenda Perwerdeya Gel a Bilîsê jî pêşaneya xwe ya dawiya salê li ser înternetê parve kir.

Berhemên ku kursiyer di nava salê de çêdikin, di 51 konseptên cuda de hatin nîşandan.

Welatî dikarin pêşaneya elektronîk a Navenda Pewerdeya Gel a Bilîsê li ser adresa midûriyeta pewerdeyê temaşe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE