Xwendekar bi pêşengiya mamosteyan, xebatên xwe didomînin.
Yek ji van xebatan jî çêkirina berhemên ji bermayiyan e.
Xwendekarên Liseya Anadolê ya Sêwregê jî ji bo balê bikişînin ser bikaranîna bermayiyan, ji wan tablo çêkirin.
Tabloyên ku çêkirin jî bi pêşaneyekê li Parka Lezgoyê nîşan dan.
Mêvanên ku hatin pêşaneyê behsa xweşikiya berheman kirin, ji bo keda wan spasî xwendekar û rêvebirên mektebê kirin.