Pêşaneya Koleksiyonan

Xwendekaran alav û pêlîstokên xwe raxistin...

Pêşaneya Koleksiyonan

Li Midyadê xwendekaran beriya ku dibistan were girtin pêşaneya koleksıyonên xwe vekir. Di koleksiyonê de ji xaran heta kevirên rengîn gelek alav hebûn.

Zarokan bi qasî salekê amadehî kir.

Di dawiyê de pêşaneya koleksiyonên xwe vekir.

Li Midyadê cara ewil zarokan tiştên ku pê mûjil dibin kirin koleksiyon û nîşan dan.

Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî koleksiyonên wan da.

Di koleksiyonê de xar, pênûs, kevirên rengîn, poster, pereyên hûr, tizbî û gelek berhemên destkarîyê hebûn.

Xebatên bi vî awayî dê bikin ku zarok çaxa mezin bûn, berhemên delal bigihînin hev û veşêrin.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE