Pêşaneya li dibistana gund

Rayedarên Heymanayê ji bo pêşaneya xwendekaran hatin gund.

Pêşaneya li dibistana gund

Xwendekarên gundekî heymanayê berhemên ku bi xwe çêkiribûn, pêşkêş kirin. Ji bo ku dilê zarokan xweş bikin rayedarên navçeyê, akademîsyen û gundî jî çûn serdana pêşaneyê... Werin em we bibin gundekî kurdên Enqerê, ev organîzasyonên biçûk çawa kêfa zarokan tînin, bi çavên xwe bibînin.

Gundê Sindironê 90 kîlometre dûrî Enqerê ye. Lê piraniya xelkê vê derê ji gundê xwe qet derneketine.

Ji bo vê yekê jî vê çalakiya biçûk a xwendekaran, kêfa hemû gundiyan anî.

Xwendekarên Dibistana Yeniceyê bi saya piştgiriyên mamosteyên xwe, berhemên ku bi keda destan çêkiribûn bi merasîmeke biçûk pêşkêş kirin.

Gundiyên ku hatin serdanê, rayedarên navçeyê û elaqeya mamosteyan dilê zarokan gelekî xweş kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE