Li Diyarbekirê pêşaneya karîkatoran û panela lîstika durust hat lidarxistin. Di panelê de girîngiya lîstika durust hat axaftin û xwendekar û werzişkaran jî eleqeyeke mezin nîşanî vê bernameyê dan.
Li Amedê Pêşaneya Karîkatoran a Lîstika Durust a Cîhanê û panela Lîstika Durust li Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin.
Di pêşangehê de gelek karîkatorên serkeftî û ji hev balkêştir jî hatin pêşkêşkirin.
Ev panel û pêşaneya ku bi piştgirîya Komîtyea Olîmpîyata Netewî ya Tirk ve hat lidarxistin, ji aliyê rayedar, werzişkar û xwendekaran ve jî rastî eleqeyeke mezin hat.
Akademîsyenên Zanîngeha Dicleyê Savaş Ayhan û Nîhat Mızrak jî bal kişandin ser derfet û girîngîya vê bernameyê.
Di dawîya panelê de ji bo kesên ku piştgirîya vê bernameyê kirine vê organîzasyonê xel