Pêşaneya navneteweyî vebû

Ji 23 welatan 50 resaman berhemên xwe nîşan dan

Pêşaneya navneteweyî vebû

Walîtiya Mûşê dawet kirin, ji 23 welatan 50 resam hatin bajêr. Hunermend li cihên dîrokî geriyan û wan resim çêkirin, bi wan berheman pêşaneyek hat vekirin.

Walîtiya Mûşê xebatên xwe yên ji bo nasandina bajêr didomîne.

Herî dawî Walîtiyê ji bo werin bajêr bang li resamên cihanê kir.

Piştî vê bangê ji 23 welatan 50 resam hatin û ew hefteyekê li Mûşê man.

Resam li cihên dîrokî yên bajêr geriyan û wan resmên berheman çêkirin.

Herî dawî jî bi berhemên wan, li navenda bajêr pêşaneyeke navneteweyî hat vekirin.

Ligel Waliyê Mûşê gelek kes beşdarî pêşaneyê bûn.

Herî dawî jî ji bo beşdarbûnê dîyarî û xelat dan resaman.

Dîroka nûkirinê: 15 Tîrmeh 2019, 15:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE