Pêşaneya “Sêva Zêr”

Ji bo welatî bibînin Sêva Zêr a 760 gram ji depoyê hat derxistin.

Pêşaneya “Sêva Zêr”

Sêva Zêr” a ku ji sala 2004an û vir ve di depoya Midûriyeta Muzeyan a Semsûrê de bû, ji bo welatî bibînın hat derxistin. Ev sêv, wek xelat dabûn berhemên Çiyayê Nemrûdê. Niha kesên bixwazin sêva zêrîn bibînin dikarin biçin pêşangeha muzêyê.

Ev der Midûriyeta Mûzeyan a Semsûrê ye.

Li vê derê xelata “Sêva Zêr” hebû.

Ev sêv ji bo ewlehiyê ji sala 2004an û vir ve di depoya muzeyê de dihat parastin.

Sêva Zêrîn wek xelat ji bo berhemên Çiyayê Nemrûdê hatibû dayîn.

Lê belê Midûriyeta Muzeyan a bajêr biryar da ku “Sêva Zêr” di muzeyê de were pêşkêşkirin.

Ev Sêva Zêr a 760 gram beriya 15 salan wek “Oskara Turzîmê” dihat binavkirin.

Eleqeya ji bo sêvê jî gelek zêde ye.

Lewra ji bo Sêva Zêr her roj gelek welatî tên muzeyê.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE