Pêşangeha berhemên jinan

Wênesazî, destkarî û xîreta jinên Suriyeyî di pêşangehê de tê nîşandan.

Pêşangeha berhemên jinan

Jinên ku ji welatên şer û pevçûnan reviyan li İstanbulê bi ked û xîreta xwe debara mala xwe dikin. Li Aksaraya İstanbulê berhemên 41 jinên kedkar di pêşangehekê de tên nîşandan.

Bi ked û xîreta xwe berhemên destkariyê yên ji hev delaltir çêdikin.

Ji şer reviyan Türkiyeyê û ji bo debara mala xwe berê dan İstanbulê.

Li vê pêşangehê wêne û berhemên xwe yên destkariyê nîşan didin.

jinên li İstanbulê dijîn bi alîkariya komeleyekê berhemên xwe difiroşin.

Penabera Sûriyeyî Abîr Turk got,“ Ji ber ku min bi tirkî nedizanbû min karek ji xwe re peyda nekir. Ez li malê mam û min hobiya xwe pêş ve bir, ev tiştên ku hûn dibinin min li malê çêkirin û tevlî vê xebatê bûm.

Gelek kesên tên serdana pêşangehê piştgiriyê didin jinên kedkar.

Pêşangeha li Aksarayê wê sibê jî bidome.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE