Pêşangeha Dijîtal a 15ê Tîrmehê

Diyarbekir jî tê de li 7 bajaran di xizmeta welatiyan de ye...

Pêşangeha Dijîtal a 15ê Tîrmehê

Di ser hewla derbeya 15ê Tîrmehê re 4 sal derbas bûn. Li çar aliyên welêt ev hewla derbeyê tê şermezarkirin û serfiraziya gel jî tê pîrozkirin. Li Diyarbekirê jî derbarê hedîseyên 4 sal berê de pêşangeheke dîjîtal tê lidarxistin. Di vê pêşangehê de lehengên ku şehîd bûne tên bibîranîn.

Beriya niha bi 4 salan rêxistina terorî Feto li vî welatî ket nav hewla derbeyekê. Lêbelê welatiyan bedena xwe kir sîper û nehişt ev derbe bi ser keve.

Di bûyerên hewla derbeyê de 251 kes şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûbûn..

Di salvegera 4emîn a hewla derbeyê de ew şehîd û gazî bi çalakiyên cûr bi cûr tên bibîranîn.

Li Diyarbekirê jî çalakiyên cûr bi cûr hene û ji bo van şehîdan Navenda Pêşangeha Dîjîtal hatiye avakirin.

Berpirsê Pêşangehê Nurullah Taşkıran der heqê Navenda Pêşangeha Dîjîtal de axivî.

Di vê navendê de fotograf û vîdeoyên derbarê hewla derbeyê de tên pêşkêşkirin.

Di vê pêşangeha dîjîtal de însanên ji çav û guhên xwe astengdar jî li ber çavan hatine girtin û pêşangeh li gorî vê yekê hatiye amadekirin.

Welatî jî serdana vê pêşangeha dîjîtal dikin û wan rojên xerab bibîr tînin.

Pêşangeh roja 15ê Tîrmehê saet ji 8ê sibehê heta 12 şevê dê di xizmeta welatiyan de be. Her wiha dê heta dawiya vê mehê jî di nava hefteyê saet ji 12an heta 20:00an vekirî be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE