Li Mîdyada Mêrdînê bi hevkariya Qeymeqamî û Navenda Perwerdeya Gel pêşangeha kincên kurdî-herêmî hat lidarxistin. Di çalakiyê de kincên ku bi destê kursiyerên jin hatine çêkirin, hatin nîşandan. Kêfa beşdaran gelekî ji cil û bergên kurdî re hat.
Li Midyada Mêrdînê kursiyerên jin gelek xebitîn û gelek cure kincên herêmî çêkirin.
Kincên ku taybetiyên navçeyê nîşan didin, li pêşangeheke mezin hatin pêşkêşkirin.
Çalakiyê bi govenda zarokan û nimayîşa lêdena defan dest pê kir.
Gelek kes tevlî çalakiya bi organîzasyona Qeymeqamî û Navenda Perwerdeya gel bûn.
Beşdarên çalakiyê bûn heyranê xweşikiya cil û bergan.
Bi xêra çalakiyê kursiyerên jin hunera xwe nîşan dan.