40 wênesazên Diyarbekirî bi 100 berhemên xwe yên hunerî pêşangeh vekirin. Bi berhemên xwe reng, jiyan, çand, dîrok û xemgîniya Mezopotamyayê nîşan dan.
Li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên çand û hunerê de pêşangehek vebû.
Pêşangeh bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a diyarbekrê li Navenda Çand û Kongreya Sezaî Karakoç vebû.
40 Hunermendên ku li Diyarbekirê dijîn bi zêdetirî 100 wêneyan beşdarî projeyê bûn.
Hunerhezan eleqeyeke mezin nîşanê pêşangehê da û yek bi yek lehwa lêkolîn kirin.
Pêşangeha taybet wê heta 7ê kanûnê vekirî be.