Şaredariya Sêrtê ji bo ku balê bikşîne ser rêzikên li dijî şewbê, pêşbaziya resman organîze kir. Pêşbazî li ser înternetê bi awayekî online hat kirin. Xwendekar bi resmên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn.
Midûriya Çand û Karên Civakê ya Şaredariya Sêrtê, di çarçoveya xebatên çand û hunerê de pêşbaziya resman li dar xist.
Pêşbazî li ser înternetê hat lidarxistin. Mijara pêşbaziyê jî şewba vîrûsa koronayê bû.
Xwendekarên ji 10 salî heta 14 salan di kategoriya ewil de cih girtin.
Xwendekarên ji 15 salî heta 20 salan jî di kategoriya duyemîn de beşdarî pêşbaziyê bûn.
Li Navenda Jiyana Jinan a şaredariyê merasîm hat lidarxistin.
Rayedarên şaredariyê xelat dan xwendekarên serkeftî.
Şaredariyê bi vê misabaqê bala xwendekar û welatiyan kişand ser rêzikên maske, mesafe û paqijiyê.