Şaredarıya İpekyoluya Vanê jı bo danasîna xwarınên herêmî pêşbazıyeke xwarınê organîze kır. 12 jın bı xwarınên jı hev xweştır beşdarî mısabaqê bûn.
Midûriya Xizmetên ji bo Jin û Malbatan a Şaredariya İpekyoluya Vanê ji bo danasîna xwarinên herêmê pêşbaziyek li dar xist.
Misabaqa Xwarinê li Mala Hewariyê ya li Taxa Karpuzalanê hat kirin.
12 jin bi xwarinên ji hev xweştir beşdarî pêşbaziyê bûn.
Qeymeqam û Cîgirşaredarê Îpekyoluyê Sinan Aslan got bi saya van misabaqayan çanda bajêr tê nasîn.
Jinên ku bi xwarinên xwe bi ser ketin xelatên wek makîneya paqijiyê, beroş û çaydan girtin.