Li Gevera Colemêrgê, hin astengdar hene ku xwedî qabiliyetên wan ên pêşketî ne û bala mirovan dikişînin.
Li Tirkiyê gelek astengdar hene ku bi qabiliyetên xwe gelek balê dikşînin. Yek ji wan jî Rukiye Bal e.
Rûkiyeya 12 salî li Gevera Colemêrgê dijî. Bi alîkariya mamosteyên xwe hînî xêzkirina wêneyan bû.
Niha wêneyên wisa xweşik û delal çêdike ku gelek tê ecibandin.
Rûkiye kerr û lal e.Lê belê astengiya wê nikare pêşî li qabiliyetên wê bigire.
Malbata Rûkiyeyê gelek hez ji keça xwe dike.