Qada şikeftên Hesûnêyê birayê Hasankeyfê ye

Hesûnê bi 300 şikeft, peresetgeh û şanoyê bala tûrîstan dikşîne...

Qada şikeftên Hesûnêyê birayê Hasankeyfê ye

Piştî şewba koronayê li herêmê heyama turîzmê dest pê kir. Li Diyarbekirê ji xeynî Keleha Zêrzewanê û Pira Mala Badê, Şikeftên Hesûnêyê jî bala tûristan dikşîne.

Bajarê ku ji 300 şikeftan pêk tê wek birayê Heskîfê tê qebûl kirin. Şikeftên Hesûnêyê zivistana germ û havîna jî hênik in.

Piştî ku şikeftên Heskêfê di bin avê da man, giringîya dîroka Hesûnêyê derket holê.

Şikeftên Hesûnêya Farqînê li ser riya pira Mala Madê, li ser çiyayê elbatê mîna hêlînên teyran hatine avakirin.

Hesûnê ji 300 şikeftan pêk tê û şikeft bi korîdoran bi hev ve girêdayî ne.

Tûrîst bi nêrdewanên kevir hildikişin jorê.

Çûyîna jorê her çi qas bi zehmet be jî hêjayê dîtinê ye.

Şikeftên Hesûnêyê di serdema navîn de li gorî şert û mercên hewaya herêmê bi taybetî hatine çêkirin.

Ji bo ku UNESCO şikeftên Hesûnêyê wek mîrata çandî ya cîhanê qebûl bike xebatan dest pê kir.

Tûrîst bi kêfxweşî odeyên şikeftan digerin û dîrokê nas dikin.

Şikeftên Hesûnêyê û pira Mala Badê di dîroka Farqînê de cihek girîng digirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE