Qada tûrîzmê "Newala Habeşê"

Newala Habeşê ji bo tûrîstan tê amadekirin...

Qada tûrîzmê "Newala Habeşê"

Li Arabana navçeya Gaziantepê "Newala Habeşê" ya li ber Çemê Firadê ji bo tûrîzmê tê amadekirin. Şaredara Bajarê Mezin a Gaziantepê beriya niha ragihandibû ku xebatên ji bo ‘’Newala Habeşê’’ wê werin kirin.

"Newala Habeşê" ya li Arabana navçeya Gaziantepê bi ava xwe û xweşikiya sirûştî ciyekî balkêş e. Li vir şikeftên kevnare jî hene.

Ji bo çûnûhatina vê qadê hêsan bibe xebat tên kirin. Demek bi şûn de wê ji bo serdana tûrîstan amade be.

Li Newala Habeşê meş, sporên avê û çiyagerî jî dikarin werin tercîhkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE