Qazancî Bedîh di 17. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Qazancî Bedîh di 17. salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Hosteyê mezın ê şevbihêrkan Qazancî Bedîh di 17emîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn. Ji ber şewbê nehiştin zêde kes beşdarî merasîmê bibe. Hezkiriyên hosteyê navdar çûn ser gora wî, qerenfîl danîn ser û jê re dia kirin.

Hosteyê şevbihêrkan bû. Bi dengê xwe yê xweş li welatên din jî hat naskirin.

Qazancî Bedih di salvegera wefata wî ya 17an de hat bibîranîn.

Hezkiriyên xazelbêjê navdar çûn ser gora wî. Ji ber şewbê nehiştin zêde kes tevlî merasîmê bibe. Welatiyan qerenfîl danîn ser gorê û jê re dia kirin.

Îro gelek ciwan stranên wî dibêjin û dixwazin li ser riya hosteyê xwe bimeşin.

''Em him li xazelxaneyê him jî li dibistanê hînî hunera hosteyê xwe dibin. Em li ser wî lêkolînên taybet jî dikin. Em jî dixwazin wekî hosteyê xwe Qazancî Bedîh xazelên wî bibêjin û bibin wekî wî.''

Di çarçoveya çalakiyên bibîranînê de dê li ser înternetê stranên ku bi Qazancî Bedih tên nasîn werin parvekirin.

Li Şanlıurfayê li ser navê Qazancî Bedîh lîseyeke hunerên xweşik heye û dîsa li ser navê wî Poleke Xazelxaneyê jî hatiye vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE