Li gundê Bahimsa Batmanê qesra 150 salan a Hesenê Osmanê Elîkî heye. Qesr jı ber bêxweyîbûnê hinek zirar dîtiye. Gundî dixwazin qesra dîrokî were restorekirin.
Odeyên wê mezin in, gelek kulek û peceyên wê yên fireh hene …
Qesr li gundê Bahimsa Batmanê ye.
Ev qesr beriya 150 salan ji aliyê Hesenê Osman ve hatiye çêkirin.
Hesenê Osman ji eşîra Êlîkan bû û li herêmê gelek navdar bû.
Piştî gelek salan qesra wî ji ber bêxweyîbûnê hinek xera bû.
Gundî û nifşên Elîkî dixwazin ku qesra dîrokî were restorekirin.
Qesr di navbera Çiyayên Reman û Xerzan de hatiye çêkirin û cihê wê gelek stratejîk e.