Qesra Îshaq Paşa ya li Rojhilatê Anadoluyê bi dîrok, mîmarî û îhtişama xwe dereke muhîm ya turîzmê ye her sal bi hezaran geştiyarên biyanî û xwemalî diezimîne.
Qesra Îshaq Paşa ya 7 kîlomêtro dûrî Doğubeyazıtê û li ser girekî hezar û 900 mêtro bilind e hatiye avakirin mînakeke taybet ya mîmariya dema Osmaniyan e û di Eyda Qurbanê da geştiyarên biyanî û xwemalî diezimîne.
Malbatên betlaneya eydê wek firsend dibînin tên serdana Qesra Îshaq Paşayê ku tê da 116 ode, turbe, camî, sûr, hewşa hundir û derva, dîvan û salonên haremê hene û di Lîsteya Demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê da cî digire.
Welatiyên tên serdana qesrê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) piştî ku kelekela canê wan tê pîvandin maske didin ber devê xwe û li gor mesafeya fizikî di nav qesrê da digerin.
Ji bona geştiyaran li ber derê qesrê dezenfektan hene.
Ji geştiyaran Burhan Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir tevî xanima xwe di betlaneya Eyda Qurbanê da derketina gera li rojhilatê.
Demir diyar kir ji Adiyamanê bi rê ketine û wiha got: "Piştî Sêrt, Diyarbekir, Tatvan û Vanê hatine vê derê. Me zehf dixwest em Qesra Îshaq Paşa bibînin. Dereke dîrokî û xweş e."
Îsmaîl Yassubugayê ji Îstanbulê hatiye jî destnîşan kir gelek kêfxweş in ku hatine dîtina vê qesrê ku li Tirkiyeyê piştî Topkapiyê qesra herî mezin e.
AA