Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîdê dîsa spîçîl bû

Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîdê dîsa spîçîl bû

Qesra Îshaq Paşa a dîrokî ya li Bazîda Agiriyê bi barîna berfê ra cardin spîçîl bû.

Qesra Îshaq Paşa ya ku ji berhemên herî bijare yên Dewleta Osmanî yên li Anadoluyê ye, her demsal bedew û sipehî ye.

Qesra Îshaq Paşa ya di Lîsteya Berwext a Kelepora Dinyayê ya UNESCOyê da ye û li başûrê navçeyê li ser girekî raqim 1900 e, zivistanê jî ziyaretvanan diezimîne.

Mêvanên hatin herêmê ji xwe ra li qesrê û dewrûbera wê geriyan û wêne kişandin.

Ziyaretvan Derya Badalê diyar kir, ew ji Antalyayê hatin û ev cara ewil e ew Qesra Îshaq Paşa dibîne.

Badalê bal kişand ku qesrê pir tesîr li wê kir û wiha dewam kir, "Dewrûbera wê di bin berfê da ye û menzereya wê muezem e."

Suleyman Yurtseven jî diyar kir ku qesra pir bedew û sipehî ye û ew jê ra hejmetkar ma.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE