Qeymeqamiya Dêrikê li xwendekaran pirtûk belav kirin

Ji bo 36 dibistanan pirtûkên amadehiya lîse û zanîngehê hat belavkirin

Qeymeqamiya Dêrikê li xwendekaran pirtûk belav kirin

Li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, ji aliyê Qeymeqamiya navçeyê ve ji bo 36 dibistanan pirtûkên amadehiya lîse û zanîngehan hat belavkirin.

Ewil pêdiviya dibistan û xwendekaran hat tespîtkirin.

Piştre jî li gor pêdiviyê, pirtûkên hewce hatin peydakirin.

Li Dêrika Mêrdînê, ji aliyê Qeymeqam Hakan Kafkas ji bo 36 dibistanan pirtûkên amadehiya lîse û zanîngehan hat belavkirin.

Qeymeqam, Midûrê Perwerdê û mamosteyên navçeyê yek bi yek li dibistanan geriyan û pirtûk belav kirin.

Xwendekar jî ji vê yekê gelek kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE