Qonaxa dîrokî ya 125 salî ew ê were restorekirin

Li Qonaxa Ekrem Îspîr a 125 salî ew ê bi xebatên Qaymeqamtiyê were restorekirin û ji turîzmê ra were vekirin

Qonaxa dîrokî ya 125 salî ew ê were restorekirin

Li Axina navçeya Elezîzê Qonaxa Ekrem Îspîr a 125 salî ew ê bi xebatên Qaymeqamtiyê were restorekirin û ji turîzmê ra were vekirin.

Ji bo restorasyona qonaxa tescîlkirî ya dîrokî ya ji heyama Osmaniyan maye Qaymeqamtiyê proje amade kir. Qonax li Taxa Hecî Yusif a navçeya Axinê ye.

Ji bo projeyê Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) 1,3 milyon lire pere veqetand.

Piştî îhaleya were kirin ew ê dest bi xebatên restorekirinê bikin.

- "Ji hêla nîşandana çanda Osmaniyan va avahiyeke girîng e"

Qaymeqam Fatîh Cidiroglu di daxuyaniya xwe da diyar kir ku qonaxa ji heyama Osmaniyan maye ji hêla çand û dîrokê va zehf girîng e.

Cidiroglu ji bo qonaxa hinek jê maye û bûye xirabe restore bikin û ji turîzmê ra vekin proje amade kirin û dan Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya DAPê û projeya wan hat tesdîqkirin.

Cidiroglu destnîşan kir ku di hema herî kin da ew ê îhaleyê bikin û dest bi restorasyonê bikin û wiha axivî: "Qonaxa 125 salî ji hêla nîşandana çanda Osmaniyan va avahiyeke girîng e. Bi destê Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Diyarbekirê avahî hatiye tescilkirin."

- "Qonaxa Ekrem Îspîr"

Qonax di heyama Osmaniyan a sedsala 19an da hatiye avakirin. Arîg û pencereyên avahiya çarparsû ji daran hatiye çêkirin û avahî 2 qatî ye. Deriyê qonaxê duperwazî ye û erdê wê bi keviran hatiye polkirin. Di hewşa avahiyê da kanî û bîrên avê hene. Qonaxa dîrokî ji ber ku çanda heyama Osmaniyan a navçeyê nîşan dide girîng e û mînakeke bijarte ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE