Li Ağrıyê Midûriya Perwerdeyê ya Bajêr qumbere danîn sûkê. Lê ew qumbere ne ji bo pereyan in. Zarok pirtûkên ku xwendine tînin wê derê û paşê wan ji zarokên li gundan re dişînin.
Ketin dorê û yek bi yek pirtûkên xwe avêtin nav qumberê…
Li Ağrıyê Midûriya Perwerdeyê ya Bajêr ji bo zarokên li gundan kampanyayek da destpêkirin.
Midûriyê 3 kompereyên pirtûkan li sûkê danîn.
Zarok pirtûkên ku xwendine tînin û datînin wir.
Dema qumbere tîjî bibe midûrî wan pirtûkan ji dibistanên li gundan re dişîne.