Rafadan Tayfa tê Girê Mirazan

Tayfa vê carê li Göbeklitepeya Rihayê li pey macerayên nû ye

Rafadan Tayfa tê Girê Mirazan

Qehremanên rêze fîlmê karton “Rafadan Tayfa” ku di TRT Çocuk’ê de tê weşandin, diçe Xirabreşka Rihayê. “Rafadan Tayfa Göbeklitepe” ya ku di 27’ê berfenbarê de wê bikeve vîzyonê, li Enqerê di studyoya herî mezin a anîmasyonê hat kişandin. Wê studyoyê deriyê xwe jı serdêrên zarok re vekir.

Akin, Mert, Kamîl, Hayrî, Sevîm û Hale...

Tayfa vê carê li Xırabreşka Rihayê li pey macerayên nû ye.

Rêzê filîma TRT Çocuk’ê Rafadan Tayfa, bi fîlma xwe ya duyemîn di demeke nêz de wê li ser ekranan be.

Li studyoyên Golbaşiya Enqerê, ekîba ku fîlmê amade dike di nav liv û tevgereke mezin de ne.

Di her çirkeke fîlm de ku mirov bi kelecan lê temaşe dike, kedeke cûda heye.

Macerayên Tayfayê, li studyoyên herî mezin ê anîmasyonê ji aliyekê ekîbeke 80 kesî tê amadekirin.

2 hefte beriya ku fîlm bikeve vizyonê, studyoyên li Golbaşiya Enqerê deriyên xwe ji zarokan re vekir.

Zarok, hînî vê bûn ku fîlm çawa tê amadekirin û tê ser ekranê.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE