Rayedar dixwazin xebatên arkeolojîk dewam bikin

Heke dîroka herêmê aşkere bibe wê qedera navçeyê biguhere...

Rayedar dixwazin xebatên arkeolojîk dewam bikin

Xebatên arkeolojîk ên li Kerboranê qediyan. Şaredariya navçeyê dixwaze bi piştgiriya Wezaretê xebatan bidomînin. Li gorî texmîna pisporan dîroka vê derê 12 hezar sal e.

Devera ku li herêmê wek Zewiyê Mehêrkayê tê zanîn, cihekî dîrokî ye.

Ji Sûmer, Akad û Romayê bigirin heta Dewleta Osmaniyan gelek şaristaniyan li vê herêmê deng vedane.

Li herêma dîrokî ji 2012an û vir ve xebatên arkeolojîk dewam dikirin. Lê beriya demeke kurt xebat qediyane.

Rayedarên Kerboranê dixwazin berhemên dîrokî derkevin holê da ku ev der bala turîstan bikşîne.

Rayedar dibêjin dîroka li Zewiyê Mehêrkayê ji dîroka Xirabreşkê ya li Rihayê jî kevntir e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE