"Civata Hunerê ya Rengê Hekarî" ku di binê banê Midûriya Karên Çand û Hunerê ya Şaredariya Hekariyê da hat avakirin, li Şanliurfayê derket ser dikê.
Di çarçoveya projeya ku Wezareta Çand û Hunerê piştgiriyê didê da Civata Hunerê ya Rengê Hekarî wê li 4 bajaran derkeve ser dikê. Civat pêşiyê li Sîvereka navçeya Şanliurfayê derket ser dikê.
Çalakî bi tevkariya Qaymeqamtiya Sîverekê û Walîtiya Hekariyê li Navenda Çandê hat lidarxistin û bi pêşandina sînevîzyonê va dest pê kir.
Piştî pêşandina ku tê da qala dewlemendiya çandî, civakî û hunerî hat kirin, civat derket ser dikê û bi Kurdî û Tirkî stran gotin.
Temaşevanan govenda ku civatê gerand, zeybek û horana ku leyîst, pir eciband.
Çalakî rastî eleqeyeke mezin hat. Qaymeqamê Sîverekê Azîz Golbaşi, Şaredar Ayşe Çakmak, endamên grûbê û welatiyan stran gotin û govend gerand.
Bername nêzî du saetan dewam kir û di dawiya bernameyê da Qaymeqamê Sîverekê Azîz Golbaşi spasiya Civata Rengê Hekarî û beşdarvanan kir.
AA