Ji Keleha Wanê heta Girava Ahtamarê, ji Sûlava Mûradiyeyê heta taştêya xwe û her wekî din... Wan bi berhemên xwe yên dîrokî û xweşikiyên sirûştî bala tûrîstên welatî û biyanî dikşîne.
Keleha Wanê ya li ser yek perçe zinarî... Behra wê ya şîn û bi şîfa... Plajên ku di salên dawî de hatin vekirin... Sûlava Mûradiyeyê...
Masiyên încî kefalî... Girava Ahtamarê ya xwedî berhemên dîrokî... Penêrê bisîrm... Taştê ya Wanê ya dewlemend û tehmxweş û bêguman pisîka Wanê ya çavreng...
Ev hemû berhemên dîrokî û xweşikiyên sirûştî yên bajarê Wanê ne û gelek balê dikşînin.
Tûrîstên welatî û biyanî tên serdana van deran.
Û bi serdana Wanê gelek kefxweş dibin.
Wan ne bi tenê ev e, gelek cih û warên din ên xweşik li bajêr hene.