Restorasyona berhemên dîrokî

Restorasyona Xana Bistêrk a li navenda Muşê temam bû

Restorasyona berhemên dîrokî

Li Muşê xebatên restorasyonê dewam dikin. Herî dawî Xana Bistêrk a ku di sala 1307’an de ji aliyê Mîralay Seyfî Beg ve hatiye çêkirin, hate restorekirin. Di xana dîrokî de 16 kargeh hene û êdî yek bi yek vedibin.

Di sala 1307’an de ji aliyê Mîralay Seyfî Beg ve hate çêkirin.

Di dema dagirkirina Rûsan a 1916’an de zirareke mezin dît.

Piştî xebatên mezin restorasyona Xana Bistêrk hate temamkirin.

Xana Bistêrk li Sûka Navenda Muşê ye.

Beriya du salan xebatên restorasyonê dest pê kirin.

Him nava wê, him jî derveyê wê wekî orjînaliya xanê hate nûkirin.

Piştî 2 salan xebatên restorasyonê temam bûn û xana dîrokî dîsa ket xizmetê.

Di Xana Bistêrk de 16 kargehên hunera destan hene û êdî yek bi yek vedibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE