Restorasyona Keleha Diyarbekirê

Li 6 bircên dîrokî xebatên temîrê dest pê kirin.

Restorasyona Keleha Diyarbekirê

Keleha Diyarbekirê bi meziniya xwe di dinyayê de kelha duyem e û di lîsteya UNESCO de cih digire. Lê mixabin keleha mezin ji ber bêeleqetiyê roj bi roj hildiweşe û gemarî dibe. Şaredariya Diyarbekirê ji bo restorasyona 6 bircan dest bi xebatan kir.

Dirêjahiya wê 5 hezar û 800 mêtre û bilindiya wê jî 12 metre ye.

Kelha Diyarbekirê ji sala 2015an bi vir ve di Lîsteya Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da ye.

Lê heta niha qîmeta wê zêde nehatiye zanîn.

Ji bo kelha mezin gavek girîng hat avêtin.

Bi talîmata walî Mûnîr Karaloglu wezîfedaran ji bo paqijî û restorasyona keleha dîrokî dest pê kir.

Ji bo restorasyona 6 bircan bi 9 milyon û 471 hezar lîre îhale hat kirin.

Nûjenkirina dîwarên Sûrê bi kevirên qerecdaxê mîna eslê xwe tê çêkirin.

Şixulên kelha dîrokî wê 500 roj dewam bikin.

Piştî restorasyonê beden ji bo turistan wê were vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE