Restorasyona Kelha Diyarbekirê

Li bircên dîrokî xebatên parastin û temîrkirinê didomin...

Restorasyona Kelha Diyarbekirê

Kelha Diyarbekirê bi mezinahiya xwe li dinyayê kelha duyem e û di lîsteya UNESCOyê de cih digire. Ji bo parastina sûran xebatên restorasyonê dewam dikin. Hedef ew e ku piştî temîrkirinê salê 2 milyon turîst bajarê qedîm ziyaret bikin.

Kelha Diyarbekirê ji sala 2015an û vir ve di Lîsteya Mîratên Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê de ye.

Lê mixabin şêniyên Amedê heta niha qedir û qîmet nedane sûrên biheşmet.

Li hemberê lewitandina kelha mezin gavek girîng hat avêtin.

Bi talîmata Serok Recep Tayyip Erdogan bi 4 etaban xebatên paqijî û restorasyona bedenên dîrokî dest pê kir.

Walî Münir Karaloğlu got, “Em bi şiûra emanetê xwedî li çand û dîroka Diyarbekirê derdikevin. Niha xebatên restorasyonê bi 4 etaban dewam dikin.”

Nûjenkirina dîwarên Sûrê bi kevirên qerecdaxê mîna eslê xwe tê çêkirin.

Bi şiara “Vejîna Sûran” xebatên birca heft birayan jî bi dawî bû.

Kevirên ku ihtimal hebû ji bedenan bikevin hatin şidandin, derz hatin dagirtin û rûberê sûran hate paqijkirin.

Piştî restorasyonê wê banê bedenên 5 hezar salî ji bo turistan were vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber xebatên restorasyonê Deriyê Rihayê ji trafîkê re girtibû, niha ev derî dîsa ket xizmeta trafîkê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE