2 sal bêre, bi hevkariya Qeymeqamiya Nisêbînê û Midûriya Çand û Turîzma bajêr, restorasyona Parka Baweriyê dest pê kiribû. Di nav parkê de Mizgefta Zeynel Abîdîn û Dêra Mor Yaqub hene. Xebatên restorasyonê qediyan. Xelk dikare were Nisêbînê û Parka Baweriyê ziyaret bike.
Qeymeqamiya Nisêbîna Mêrdînê bi hevkariya Midûriya Çand û Turîzma Bajêr dest bi restorasyona Parka Baweriyê kiribû.
Di nav parkê de Mizgefta Zeynel Abîdîn û Dêra Mor Yaqub hene.
Di çarçoveya xebatan de ronîkirina mizgeft û dêrê qediya.
Xebatên restorasyonê di nav 2 salan de qediya. Niha gelek kes tên parkê û wêneyan digirin.
Tê plankirin ku di nav demeke kurt de bi merasîmekê parka baweriyê were vekirin.