Rewşa Cuneyt Arkin baş e

Lîstikvan Cuneyt Arkinê ku ji ber nexweşiya bêhnstendinê çû nexweşxaneyê, baş e.

Rewşa Cuneyt Arkin baş e

Lîstikvan Cuneyt Arkin ji ber nexweşiya bêhnstendinê çû nexweşxaneyê, lê der barê wî de hin nûçe hatin weşandin ku ew di beşa nexweşiyên giran de tê tedawîkirin. Hat ragihandin ev nûçe ne rast in û rewşa wî baş e.

Nûçegihanê AAyê ji şirketa menajerê Arkin der barê wî de agahî hilda.

Li gor agahiyê Arkinê ku nexweşiya KOAHê pê re heye ji bo kontrolê çû nexweşxaneyeke taybet a li Silivriyê.

Li nexweşxaneyê kontrolên wî hatin kirin, oksîjen dan Arkin û ew paşê vegeriya mala xwe.

Hat gotin nûçeyên hatine belavkirin ne rast in.

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE