Roja îmzeyê ya Berdevkê Serokkomar

İbrahim Kalın ji bo pirtûka xwe ya “Barbar, Modern, Medeni” roja îmzeyê li dar xist

Roja îmzeyê ya Berdevkê Serokkomar

Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin ji bo pirtûka xwe ya nû roja îmzeyê li dar xist. Kalin ji bo pirtûka xwe got ku “em nûjeniyê jî, barbarıyê jî, şaristaniyê jî bi hevdemî dijîn.”

Berdevkê Serokkomar İbrahim Kalin li Enqereyê roja îmzeyê li dar xist. Kalin pirtûka xwe ya bi navê “Barbar, Modern, Medeni” da nasîn û ji bo xwîneran îmze kir. Pirtûka Kalin behsa barbariya nûjen a serdema heyî dike. Li dijî vê barbariyê girîngiya şaristaniyê tê ravekirin.

Kalin got ‘’Her çiqas em heyama heyî wek pêşketin û pêşdeçûn bi nav bikin jî di serdema me de gelek barbarî hêj dewam dike. Tevî çekên komkuj heta veguherîna kişwerî, ji komkujiya li Bosnayê heta şerê li Sûriyeyê../.. Wek mînak Kuştina Cemal Kaşikci jî nîşan dide ku barbariya modern berdewam e.’’

Herwiha Kalin ji pirtûka xwe li ser Erdoğan mînakek nîşan da û got “Erdoğan got Dinya ji 5an mezintir e, ew bi xwe nîîşan dide ku li her derê dinyayê heqê bindest û mazlûman ji destê wan tê girtin.”

Herwiha Kalin diyar kir ku li Tirkiyeyê li gorî 10 û 15 salên berê îro zêdetir pirtûk tên xwendin û çapkirin.

Gelek kes jî ji bo ku pirtûka nû bidin îmzekirin ketibûn dorê.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE