Di roja Şahroyê ya pîroz de Suryanên ku li çar aliyên dinê dijîn, li gundê Haxê yê Midyadê civiyan.
Li gorî baweriya Suryanan Dayika Meryem vê rojê çûye ser dilovaniya xwe.
Ji bona vê ev 2 hezar sal in vê roja pîroz bi îbadetê bi bîr tînin.
Suryan seranserê rojê ayînên pîroz li dar dixin, Pirtûka Pîroz Încîlê dixwînin û li gorî baweriya xwe nanê tisî dixwin.
Zarok, kal, pîr û hûr û gir…
Suryanên ku li çar aliyên dinê belav bûne, ji bo vê roja pîroz her sal tên Midyadê û tevlî ayînên Dêra Dayika Meryem dibin.