Li Herêmê ji bona roja şanoyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin. li kerborana mêrdînê ji bo 2 hezar zarokan şano hat lîstin. li melezgîra mûşê jî ji bo zarokan lîstika pînokyoyê hebû.
Roja Şanoyê li herêmê jî hat pîrozkirin.
Bi taybetî jî zarokên ku heta vêga qet neçûne şanoyê di vê rojê de kêf kirin.
Li Kerborana Mêrdînê ji bo zarokan lîstikeke taybet hat nîşandin.
Di 3 seansan de 2 hezar zarokan li şanoyê temaşe kir.
Bi lîstika “Geh Bileyze, Geh Bistre” zarokan kêf kir.
Li Melezgîra Mûşê jî heman kelecan hebû.
Zarokên ku qet neçûne şanoyê li lîstika Pînokyoyê temaşe kirin.
Di şanoyê de 750 zarok hebûn.
Zarokên ku qet neçûbûn şanoyê bi lîstik têra xwe keniyan û kêf kirin.