Roja yekşemê li Dêra Axtamarê 9 ayîn wê çêbibin

Roja yekşemê li Dêra Axtamarê 9 ayîn wê çêbibin

Roja yekşemê Dêra Axtamarê ya li Girava Axtamarê ya li Wanê wê ji 9 ayînan ra mazûvaniyê bike.

Di sala 2010î da cara ewil piştî 95 salan li Dêra Axtamarê bi destûra taybet a Wezareta Çand û Turîzmê ayîn çêbûbû. Ji wir pê va salê du caran li dêrê ayîn çêdibin ku amadehiyên ji bo wê temam bûn.

Bi sedan kes beşdarî van ayînan dibin ku îsal jî wek par li gor tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi sedan kes wê beşdar bibin.

Di 5ê îlonê da li Gewaş û Edremîtê keştî rabin ku merivan bibin giravê.

Dêra Axtamarê di navbera salên 915-921î da ji hêla Qralê Vaspurakanê Gagîkê 1emîn hatiye çêkirin. Dêr ji bo Ermeniyan cihekî gelekî pîroz e.

Dema ayîn çêbin dêr wê ji bo ziyaretê bê girtin, piştî ayîn xelas bûn turîst wê bikaribin bên giravê

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE