Welatiyên elewî yên li Elezîzê îsal jî rojiya xwe girtin û seba fitarê, li cemxaneyê civiyan. Em ê berê xwe bidin wê sifreya xêrê…
Elewî di her salvegera bûyera Kerbelayê de Rojiya Miheremê digirin.
Ji bo van rojên pîroz li Cemxaneya Elezîzê, welatiyan bi hev re fitar kir.
Beriya xwarinê, Dede ji bo şehîdan dia kirin.
Gelek mezinên Elewiyan û welatî beşdarî li ser sifreyekê kom bûn.