Tehm, kevneşopî û dîroka Semsûrê, çar rojan li Stenbolê bû. Di rojên danasîna Semsûrê de berhem, xwarİn û vexwarİnên bajêr hat nasandİn Stenbolî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Bi stran û govendan kêf kirin…
Bi ecîn û xwarinên herêmî tehma deve xwe xweş kirin…
Stemboliyan çar rojan bi bayê Semsûrê wextekî xweş derbas kirin. Di çarçoveya rojên danasîna Semsurê de li Yenkapiyê 2 kon hatin danîn.
Di konan de destkarî, huner, dîrok û jiyana Semsûrê hat danasîn.
Tehmên herêmî jî li ser standan cihê xwe girt.
Li qadê peykerên Nemrudê yên ji êcînê, hat danîn.
Xelkê herêmê jî bere xwe da rojên danasînê.