Rojên danasîna Bitlisê

Li İstanbulê danasîna çand, dîrok, xwarin û vexwarinên Bitlisê hat kirin

Rojên danasîna Bitlisê

Cara 4emîn li Stenbolê rojên danasîna Bedlîsê hat lidarxistin. Danasîna cil û kincên Bedlîsê, çand û dîroka bajêr hat kirin. Armanc ew e ku bala geştiyaran bikişînîn ser Bedlîsê.

Li ser hin standan hıngivê şîrin…Li ser hin standan jî penîr û şîraniyên Bedlîsê hatin danîn. Ji bo 4 rojan Bedlîs anîn Stenbolê û danasîna bajêr kirin.

Di çarçoveya 4mîn rojên danasîna Bedlîsê de li Qada Maltepeyê 3 kon hatin danîn.

Bi piştgirya Walitî û Şaredariya Bedlisê li Stenbolê çalaki hatin kirin.

Şaredarê Tatwanê Fettah Aksoy bangî her kesî dike ku werin serdana Bedlisê.

Aksoy dibêje bila êdî Bedlîs, herêm bi pevçûnan nekeve rojevê.

Rojên danasîna Bedlîsê dê her sal li Stenbolê werin li dar xistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE