Rojên Danasîna Qers, Erdexan, Îdirê

Di fuarê de danasîna çand, huner, dîrok û xwarinên bajaran hat kirin.

Rojên Danasîna Qers, Erdexan, Îdirê

4. Rojên Danasîna Qers, Erdexan û Îdirê ku li Stenbolê hat kirin bi dawî bû. Di fuarê de danasîna berhemên hersê bajaran hat kirin. Welatiyan him çanda bajaran dît him jî xwarinên wan tahm kir.

,

Li perava Maltepeya Stenbolê 4emîn “Rojên Danasîna Qers, Erdexan û Îdirê” hat lidarxistin.

Di fuarê de ji çand û hunerê bigirin heta berhem û xwarinên hersê bajaran gelek tişt hatin pêşkêşkirin.

Her wiha li gel xelkê Stenbolê, Qersî, Erdexanî û Îdiriyên ku li vir dijîn jî hatin fuarê.

Serokê Komeleya Karsazên Qers, Erdexan û Îdirê Orhan Gökçe got: “Bernameyeke gelek baş bû, em spasî hemû beşdaran dikin”

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE