Rojên qedexeyê bi muzîkê derbas kirin

Him perwerdeya muzîkê girtin him jî bi hev re kilam gotin

Rojên qedexeyê bi muzîkê derbas kirin

65 kes bi pêşengiya mamoste Ferdî li ser înternetê hatin ba hev û komeke mûzîkê ava kirin. him perwerdeya onlîne dîtin him jî bi hev re kilam gotin. vîdeoyên ku parve dikin jî pir tên ecibandin.

Ji 25 bajarên Tirkiyê û ji Elmanya û Îranê 65 muzîkhez li ser înternetê hatin ba hev û komeke muzîkê ava kir.

Muzîkhezên ku bi saya mamoste Ferdî hatin ba hev perwerdeya muzîkê dibînin û bi hev re kilaman dibêjin.

“Ez li Erdîşê, mamosteyê muzîkê me. Di heyama koronayê de me komek ava kir. Me ewilî kilamake ji Eskîşehîrê got. Niha li ser medyaya civakî gelekî deng vedaye. Em ê di rojên pêş me de jî kilameke herêmî ya Siwasê bêjin… Bi saya vê projeyê di rojên koronayê de me wextê xwe bi muzîkê derbas kir.”

Klamên ku bi hev re dibêjin li ser înternetê jî belav dikin.

Heta niha bes videoyek parve kirine û bi hezaran kesî lê guhdar kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE