Li Midyada Mêrdînê, xwendekaran ji bo xîtabî zarokan bike rojnameyeke rengîn derxistin.
8 xwendekarên ku li Weqfa Dildarên Perwerdeyê ya Tirkiyeyê dersan dibînin, bi qasî 3 mehan amadehî kirin û rojnameyeke bi navê “Pênûsên Rengîn” weşandin.
Di rojnameya 12 rûpelî de ji dîroka bajêr û herêmê bigirin heta çand, huner, xwarin û vexwarina herêmê gelek mijarên cûrbicûr hene.
Ji bo danasîna hejmara ewil a rojnameyê li navenda Weqfê bernameyeke kêf û şahiyê hat lidarxistin.
Mêvanên ku beşdarî bernameya danasînê bûn, ji bo ked û xebata wan xwendekar pîroz kirin.