Rêzefîlma ‘Li Sûrê Remezan’

Remezana bajarê qedîm tê ser ekrana TRT Kurdiyê.

Rêzefîlma ‘Li Sûrê Remezan’

Rêzefîlma ‘Li Sûrê Remezan’, xweşî û bextewariya meha remezana Diyarbekirê her êvar tîne ser ekrana TRT Kurdîyê. Ji ekîba me Ahmet Yukuş çû platoya fîlmê û bi lîstikvanan re axivî.

Temaşevanên TRT Kurdî’yê di meha remezanê de bi rêzefîlma ‘Li Sûrê Remezan’ wextên xweş derbas dikin.

Gelo li Sûra Diyarbekirê remezana Hilmiyê sehaf, Eşrefê nanfiroş, Baqiyê çayfiroş, Hebîbê zerzewatfiroş, Lezgînê şofêr û malbatên wan çawa derbas dibe?

Rêzefîlma ‘Li Sûrê Remezan’, edet û kevneşopiya bajarê qedîm her roj piştî fitarê tîne ser ekranên we.

Projeya rêzefîlmê li Diyarbekirê bi rihekî kurdî tê kişandin.

Li taxa sûrê; jiyaneke hem dramatik hem komîk di rêzefîlmê de tê pêşberî temaşevanan. Carna şîn heye carna şahî.

Di nav şêniyê Sûrê têkiliyeke gelek xurt heye. Dema yek ji wan dikeve tengasiyê Hîlmiyê sehaf digihîje hewara wî.

Qeymeqamê Sûrê Abdullah Çiftçi seta fîlm ziyaret kir û bi lîstikvanan re stran got.

Çiftçi wiha axivî: “Li Sûrê Remezan rêzefîlmeke gelek xweş e. Ez keda derhêner û lîstikvanan pîroz dikim. Ev rêzefîlm rûyê xweş û rast yê Sûrê nîşan dide. 5 Milyon tûrîst hedef dikin, ev proje ji bo nasandina Sûrê taybet e.”

"Li Sûre Remezan" dilê temaşevanan geş mala wan şên dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE