Li Elazığê îsal cara ewil şahiya gaxanê hat lidartxistin. Gaxan li gelek deverên cuda yên herêmê bi boneya sala nû tê lidarxistin. Bi def û zirneyan ji welatiyan pere hat komkirin û wê ew pere jî wê li hewcedaran bê belavkirin.
Gaxan bi sedan sal in li gelek deverên herêmê tê lidarxistin.
Armanca vê, pîrozkirina sala nû ye. Ligel def û zirneyê 2 zilam pêşengiyê dikin.
Yek xwe dixe şûna kalan, yek jî cil û bergê jinan li xwe dike. Piştre di nav kolanan de digerin û ji welatiyan alîkariyê kom dikin.
Li Elazığê ev kevneşopiya bi salan cara ewil hat kirin. Aktorên gaxanê li pêş bûn û gel jî li paş ew şopandin.Ji her esnaf û welatiyan pere wergirtin.
Pereyê komkirî jî wê bidin hewcedaran.Ligel komkirina pereyan xwarin û xurek jî tê belavkirin.