Şahiya ji bo Emrahê Erdîşî

Gelek stranbêj û helbestvan beşdarî şahiyê bûn.

Şahiya ji bo Emrahê Erdîşî

Emrahê Erdîşî helbestvanekî navdar ê sedsala 17emîn e. Walîtıya Wanê ji bo bîbîranîna Erdîşî çalakiyek li dar xist. Gelek stranbêj û helbestvan tevlî çalakiyê bûn.

Aşiq Emrahê Erdîşî him qehremanê destaneke êvîndariyê ye, him jî hozan û helbestvanekî navdar ê sedsala 17emîn e.

Walîtiya Wanê ji bo bibîranîna Aşiq Emrah çalakiyeke şahiyê li dar xist.

Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez got, ‘’Civaka ku ji huner, edebiyat û helbestan dûr bikeve, tenê dikare şîdetê bike. Lewma îro pêdiviya me bi aşiq, helbestvan û hunermendan heye. Bila sax bin ji seranserê Tirkiyê gelek aşiq û helbestvan hatin, em tenê nehiştin.’’

Gelek stranbêj û helbestvan ji herêmê hatin Erdîşê.

Erdîşiyan jî qada şahiyê vala nehiştin û hatin li klam û helbestan guhdarî kirin.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE