Şahiyên Serkeftina Malazgirtê

Pîrozbahiyên ji bo 948. salvegera serkeftinê dest pê kirin

Şahiyên Serkeftina Malazgirtê

26ê tebaxê 948’emîn salvegera Serkeftina Mazgîrtê ye. Li navçeyê pîrozbahiyan dest pê kir. Her wiha dê Serok Recep Tayyip Erdogan jî beşdarî pîrozbahiyan bibe. Heman tişt li Xelata Bilîsê jî heye. Ji bo salvegerê stand hat vekirin û meşa bi alayan hat lidarxistin.

948 sal berê li Mazgîrta Mûşê serkeftineke mezin hat bidestxistin.Her ku dibe 26ê Tebaxê ew roj tê bibîranîn.

Li Mazgîrtê amadahiyên pîrozbahiyê temam in. Li qada pîrozbahiyê hemû alayên dewletên Tirkî hatine daliqandin.

Tîma mehterê amade ye û ji niha ve tîravêtinê dest pê kir. Standên esnafan jî dest bi xizmetê kirine. Her wiha li Xelata Bilîsê jî heman kelecan heye.

Li navçeyê alaya 1071 metreyî hat gerandin.

Şandeya weqfa tîravêjan jî li qada pîrozbahiyan e.

Li qadê gelek standên destkariyê jî hatine vekirin û dê heta 3 rojan di xizmeta gel de bin.

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE