"Şairê Qudsê" Mehmet Akîf Înan li welatê xwe hat bibîranîn

Nivîskar, şair û Serokê Giştî yê Avakerê Memur-Senê Mehmet Akîf Înan di 19emîn salvegera mirina xwe da li Şanliurfayê hat bibîranîn

"Şairê Qudsê" Mehmet Akîf Înan li welatê xwe hat bibîranîn

Serokê Giştî yê Avakerê Konfederasyona Sendikayên Karmendan (Memur-Sen) Mehmet Akîf Înanê ku wek "Şairê Qudsê" tê zanîn di 19emîn salvegera mirina xwe da li welatê xwe Şanliurfayê hat bibîranîn.

Şaredariya Mezin a Şanliurfayê li Salona Konferansê ya Mehmet Akîf Înan bernameyeke bibîranînê çêkir.

Nîhat Çîftçiyê Şaredarê Şanliurfayê di bernameyê da got ew bi hemwelatiyê xwe Mehmet Akîf Înan serbilind e ku wî gelek karên hêja kirine.

- "Ew ji bo Şanliurfayê mirovekî mînak bû"

Çîftçî got Înan berhemên biqîmet dane, Memur-Sen ava kiriye û wiha axivî: "Mehmet Akîf Înan bi nirxên xwe, fikrên xwe, berhemên ji Şanliurfayê ra hiştine û ya herî girîng jî jiyaneke bi exlaq va ji bo Şanliurfayê mirovekî mînak bû. Ji bo me dost, heval, hevrê û mirovekî fikrê ye. Ez careke din Mehmet Akîf Înan bi rehmet bi bîr tînim."

- "Bi tenê ji bo doza xwe xebitî"

Ahmet Înanê birayê Mehmet Akîf Înan jî got birayê wî mirovê dozê bû û wiha dewam kir: "Ew him şair, hem mutefekkir lê di meneya rastîn da birayek bû. Nîmetê dinyayê ji bo xwe wek armanc qebûl nekir, bi tenê ji bo doza xwe xebitî. Li dû mal û meqamê nerevî. Sendikaya ku ava kir û ciwanên wî dişopînin îro hêviyê didin me. Berhemên wî ji ciwanan ra rê nîşan dide."

Piştî axaftinan bi navê "Esilzadeyê Demê, Akîfekî Cuda" lîstikeke şanoyê hat lîstin.

Şanorger Cem Kurtoglu, Îhsan Ustaolu û Bekir Annak di lîstikê da lîstin.

Mehmet Akîf Înanê ku wek Şairê Qudsê tê zanîn di sala 2000î da li Şanliurfayê mir.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 10:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE