Salona Qesra Heranê ya 9 sedsalî derket ser rûyê erdê

Li Herana navçeya Şanliurfayê salona Qesra Heranê ya 9 sedsalî ye hat tespîtkirin.

Salona Qesra Heranê ya 9 sedsalî derket ser rûyê erdê

Li Herana navçeya Şanliurfayê ya ku ji deverên herî kevn ên cîwarbûnê ye û di Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire salona Qesra Heranê ya 9 sedsalî ye hat tespîtkirin.

Serokê Kolandina Cihê Wêraneya Heranê û Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got bi piştevaniya Wezareta Turizm û Çandê û koordînetiya Walîtiya Rihayê û Midûriyeta Muzeyê ya Rihayê û piştevaniya Serokatiya Saziya Dîroka Tirk, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, Zanîngeha Heranê û Qeymeqamtiya Heranê va 8 sale ew li cihê wêrane kolandinan didomînin.

Onal ragihand Qesra Heranê ji wan qesrên 3 qat yên ji Heyama Navîn vir va li ser piyan mane yek e, gelek raz û agahiyan di xwe da vedişêre ku ew ji bo van derxin meydanê dixebitin.

Prof. Dr. Onal anî ziman li Qesra Heranê ji Împaratoriya Romaya Rojhilat bigire heta Emewiyan, ji Atabegtiya Zengî bigire heta Eyubiyan ew rastî gelek bermayiyan hatine û wiha dewam kir: "Îsal di salona qata duyem a qesrê da xebatên me yên kolandinê dewam dikin. Di salonê da 7 mêtro axa tijekirî hebû. Moxol di 1272yan da Heranê dişewitînin talan dikin. Piştî vê di heyama Memlukiyan da û paşê jî di heyama Osmaniyan da malbat di nav sê çar salan da an jî demsalî tên li vir bi cih dibin. Tenduran çêdikin, wek avahî tê da rûdinên. Wek niştecihên gelek deveran ew jî dîwarên bi kevir û heriyê va hatine çêkirin ava dikin. Kî tê qasî 30-40 santêmê vê axa binê salonê bilind dike. Di nav 800 sed salan da ax digîhîje 7-8 mêtroyan. Îsal me qismeke mezin a wê axê paqij kir."

Onal got deriyê 4 odeyên çargoşe ji salonê ra vedibin, ev ode jî tije ax bûne, lê dema ew xwe bigîhinin erdê saonê paşê ew ê axa di hundirê van odeyan da jî paqij bikin.

Prof. Dr. Onal diyar kir ku di Qesra Herranê da odeyên ku hê derneketine, hene û bi derketina van deran va ew li bendê ne ku delîlên girîng bi dest bixin û wiha dewam kir, "Keleha Herranê ji vî alî va jî girîng e, ji sedî 90ê seyahên Serdema Navîn dibêjin ku perestgehên Sabiyan di nav vê kelehê da ne. Lêbelê heta niha ji bilî rolyefên şêr, kûçik û çûkan li qatên duyem û sêyem da perestgehên sabiyan nehatin dîtin. Li gor me di qata ser erdê da Perestgeha Sabîyan an jî şopên Perestgeha Sînê wê werin dîtin."

Qaymeqamê Herranê Cîhat Koç jî got ku Herran tije raz in û ew dixwazin dîroka wê derxin holê û bi saya vê dîrokê dewlemendiya çandî zêde bibe ku jimara ziyaretvanan zêde bibe.

Koç daxuyand ku Qesra Keleha Herranê li Anadoluyê ji avahiyên herî mezin yek e û wiha dewam kir:

"Di gelek çavkaniyan da tê gotin ku Perestgeha Sînê û Perestgeha Sabîyan di zemîna vê kelehê da ne. Vê gavê em nizanin bê ka di du qatên Qesra Kelehê da çi heye, lewra 7-8 mêtre ax tê da heye. Me hê deriyê binî ndîtiye. Xebatên vê derê wê dîroka herêmê ronî bike. Em plan dikin ku Herranê têxin mzeyeke zanistî. Wê demê hem tursît wê werin vê derê hem jî seba kişandina fîlm û rêzfîlman wê bibe platoyeke siruştî. Ev hedefa me ye, me plana xwe li gor vê çêkir."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE