Salvegera 947emîn a Serkeftina Mazgirtê

Di çarçoveya Salvegera 947emîn a Serkeftina Mazgirtê de, li Xelata navçeya Bidlîsê çalakî hatin lidarxistin.

Salvegera 947emîn a Serkeftina Mazgirtê

Di çarçoveya Salvegera 947emîn a Serkeftina Mazgirtê de, li Xelata navçeya Bidlîsê çalakî hatin lidarxistin.

Welatî hatin çalakiyên ku li qada 400 donimî ya li dexma Çarhoyê tên lidarxistin û li misabeqeyên weke tîrbaziya siwarî, cirîd, gulaş û koko boruyê herwiha çalakiyên curbicur temaşe dikin û li nimayişgehên neqşên kevneşopî yên ku li binê konan tên nimayişkirin digerin.

Faîk Akyilmazê Serokê Federasyona Begên Oxuzan ku bi mebesta beşdariya li pîrozbahiyan ji Gazîentabê hatiye di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de kêfxweşiya xwe ji beşdarbûna Salvegera Serkeftina Mazgirtê li Xelatê anî ziman.

Akyilmaz anî ziman ku Xelat welatê Tirkan e û wiha axivî, "Em weke 400 kesî bi 8 otobusan beşdarî çalakiyê bûn. Rihê yekîtî û bihevrebûnê pêl bi pêl Tirkiyeyê dorpêç dike. Nuha cîhan tev de dijminê me ye. Dem dema yekbûn û yekîtiyê ye. Pêdivê çi Tirk, çi Laz û çi Çerkes, hemî alî hevdu hembêz bikin û bibin yek."

Gulten Sumera ku ji Bidlîsê hatiye anî ziman ku ev cara yekê ye ku çalakiyeke wiha li navçeyê tê lidarxistin û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Elîf Gulşaha ku ji bo beşdariya çalakiyan ji Enqereyê hatiye jî wiha got, "Ji Xelatê çalakiyeke xweş bû. Ez bi salan li vêderê mam lê çalakiyên wiha nedihatin lidarxistin. Min gelekî eciband. Rabirdû giring e. Mirov rabirdûya xwe bizane dê ji bo siberojê bi hêvî be."

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tebax 2018, 10:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE